Li Misirê şewatek mîna komkujiyê pêk hat. Di şewata li dêreke ya bajarê Gizeyê de, herî kêm 41 kes mirin û 45 jî birîndar bûn.
Şewat îro saetên siharê pêk hat.
Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî ferman da saziyên dewletê yên pêwendîdar ku hemû tedbîran bigirin û tavilê şewatê vemirînin.
Sîsî di peyameke li ser heswabê xwe yê medya civakî de teqez kir ku ew bûyerê ji nêzîk ve dişopînin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Misirê MENA, tîmên agirkujiyê dest bi vemirandina şewatê kirine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Hussam Ebdulgaffar diyar kir ku li hemû nexweşxaneyên birîndarên li Gîza û Qahîreyê tên razandin hişyariyek zêde heye.
Waliyê Gîzeyê çû cihê şewatê û lêkolîn pêk anî.
Piştî lêkolînê walî xwest alîkarî bi malbatên mexuran re were kirin.