Bi çalakiyên cuda li Hesekê û Kobanê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li herêmê jî pîrozbahî dewam dikin. Li Hesekê û Kobanê Meclisa Malbatên Şehîdan û zarokên şehîdan bi şahiyan pêngava 15’ê Tebaxê pîrozkirin.

Bi armanca pîrozkirina salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li heêrmê pîrozbahî tên lidarxistin.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê bi vê boneyê li goristana şehîd Dijwar çalakiyek li darxist.

Bi sedan welatiyên Hesekê endamê saziyên sivîl û li leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Gul axivî û balkişand ser qehremanî û têkoşîna şehîd Fermandar Egîd û hevrêyên wî.

Paşê sînevîzyonek li ser nirxandinên rêber Apo, jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê, hat nîşandan.

Li Kobanê jî zarokên şehîdan daxuyaniyek dan û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin wê salvegera 39’an a pêngavê bibe sala aştî û azadiya gelê Kurd.

Zarokên şehîdan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir ku sîxûrên bi rêya Operesyona Sondê hatine girtin bên dadgehkirin û cezayê xwe bistînin.

Di dawiyê de bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û
bang li rêxistinên mafên mirovan bi taybetî ên zarokan hate kirin ku li dijî êrişan erka xwe bi cih bînin.

Back to top button