Di 14’ê Tebaxa 2013’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî şêniyên gundê Kefer Sexîr ê Şehba pêk anî û di encamê de bi dehan kes hatin qetilkirin.
Bi dehan endamên kombûna Efrîn a Civakî li ber navenda xwe ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo daxuyanî dan û gotin: Dijminên azadî, aştî û edaletê yên wekî “DAIŞ, Lîwaa Tewhîd, tabûra Azadî û tabûra Selaheddîn Eyûbî” li dijî gelê Kurd ên herêmê û li pêşberî çavên civata navneteweyî, herêmî û hikumeta Sûriyê kiryarên dermirovî pêk anîn.
Dîsa jî wan aliyan ji bo rêgirtina van komkujiyan tiştek nekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
“Em wekî şêniyên gundê Kefer Sexîr bang li civata navneteweyî, di serî de Konseya Ewlehiyê ya NY, rêxistinên mafên mirovan û Komkara Erebî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.