ARTÊŞA DAGIRKER, GULEYAN BERDIDE KARKERÊN ŞAREDARIYA DIRBÊSIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi her awayî sivîlên bakûr û rojhilatê Sûrî dike hedef û binpêkirinên xwe didomîne . Xebatkarên ku ji bo vekirina kanalîzasyonên Dirbesiyê dixebitîn ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hedef hatin girtin

Cîgirê Hevserokên Şaredariya Dirbêsiyê Mihemed Elî Salih da zanîn ku ew her carê hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê leşkerên dewleta Tirk jî xebatkarên şaredariyê dike hedefa gulenê xwe.

Wan jî weke çareseriya lezgîn ew xet veguherandine ser çemê gundê Çetelê yê nêzî navçeya Dirbêsiyê.

Şêniyên taxan jî nerazîbûn nîşanî gulebarana artêşa Tirkiyê dan û dibêjn ew ji ber bihna ava gemar li ser zarokên xwe ditirsin ku nexweşî di nava wan de belav bibe.

Leave a Reply

Back to top button