Salvegera 6. a rizgarkirina Minbicê

Çeteyên DAIŞ’ê Bajarê Minbicê 2 salan di bin dagirkeriya xwe de hiştin.

Welatiyê vê bajarê 2 sal di nava tarîtiyê de jiyan kirin..

Hemû cure hovîtî li wir hat meşandin .

Lê di 15’ê Tebaxa 2015 de bi destê Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajar ji wê tarîtiyê xilas kirin.

Rêhevalê Egîdan roja cejna vejînê de dawî vê tarîtiyê anîn û Minbic rizgar kirin.

DAIŞ’a hov bajarê Minbicê yê stratîjî ji Çileya 2014’an heta Hezîrana 2016’an dagir kir.

Zedetirî 2 sal û nîv Minbic, di nav lepên çeteyan de ma.

Her cûre îşkence, zilm, tecawiz, lêdan, kuştin, revandin, firotin, serjêkirin, li vî bajarê kirin.

Gel jî hawara xelasiyê bilind kir..

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû bersiv..

Jixwe amadekariyên rizgarkirina bajêr piştî serkeftina Kobanê dest pê kiribûn.

YPG û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de dest bi operasyona rizgarkirina Minbicê kirin.

Bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngavê gava xwe ye yekê avêt.

Çeteyan ji bo ku Minbic neyê rizgarkirin hemû hewildanên xwe kirin.

Gel wekî mertalên zindî bikaranîn, her cih kiribûn teqemenî.

Piştî qehremanî û lehengtiya 73 rojan, mizgîniya bidawîkirina DAIŞ’ê da Cîhanê..

Jinên ku rêyên wan bi reşahiyê hatibû nuxmandin, rengê azadiyê didîtin..

Lewma bi tilîliyan hatin pêşiya zarokên xwe..

Di pêngavê de nêzîkî 300 gund û bajarok hatin rizgarkirin.

4 hezar û 180 çete hatin kuştin.

112 çete bi saxî dîl hatin girtin.

Di tevahiya operasyonê de 264 şervanên Kurd, Ereb û enternasyonal şehîd bûn.

Di nava wan de Fermandarê pêşeng Feysel Ebû Leyla.

Ji destpêka operasyonê heta dawî ve zêdetirî 170 hezar sivil hatin rizgarkirin.

Piştî ku çeperên parastinê hatin xurtkirin roja 23 Tebaxa 2016’an yekîneyên YPG û YPJ’ê ji Minbicê vekişiyan.

Êdî Meclisa Sivîl û gelê Minbicê bi hev re dest bi avakirina jiyaneke nû kir.

Niha jî neviyên Osmaniyan dîsa dixwazin bajarê berxwedêr têxin nav qonaxeke xetertir.

Îro dewleta Tirk çavê xwe lê sor kiriye û dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne..

Dîsa zarokên vî bajarî destê xwe li sînga xwe dixin..

Zend û bend hildane.

Û bûne kelema li pêşiya dagirkeran..

Back to top button