Piştî rizgarkirina Minbicê ji ber êrişên dagirkern 35 kes şehîd bûn

Piştî ku Minbic ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, dewleta Tirk ket şûna DAIŞ’ê û dest bi êrişan kir..

Her devere topbaran kir..

Li ser erdê û bi awayê ezmanî jî êriş kir.

35 kes ji ber van êrişan şehîd bûn..

Lê belê di bersiva Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 35 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 12 balafirên wan ên dron hatine xwarê..

Minbic..bajarê ku berî 6 salan ji tarîtiya DAIŞ’ê bi destê Meclisa Leşkerî ya Minbic û desteka YPG’ê hat rizgarkirin, îro dewleta Tirk çavê xwe berdidêyê..

Û hema bêje rojane êrişî vî bajarî dike..

Di rewşa heyî de, çemê Sacûrê bûye weke sînorekî xwezayî di navbera hêzên Minbic û çeteyên dewleta Tirk de..

Dagirkeriya Tirk 13 baregehên leşkerî û bi dehan nuqte ava kirine û gundên Minbic, Bab û Cerabilusê dide ber topan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê, di nava 6 salan de, dewleta Tirk zêdetirî 5 hezar û 650 top avêtine Minbicê, êrişên ezmanî pêk anîne

Ji ber van êrişên ku weke tolhildana DAIŞ’ê tên binavkirin, 35 kes şehîd bûne û 85 kes birîndar bûne, di nava wan de jin û zarok jî hene.

Dagirkeriyê 18 malên welatiyan jî bi 180 topî rûxandine..

Bi sedan hektarên erdên çandiniyê şewtandine û kehrebe ji ser gelek gunda qut kiriye.

Deverên olî, perestgeh, dibistan û navendên xizmetguzariyê jî bûne armanca wan topên dagirkeriyê.

Lê belê meclisa leşkerî ya Minbicê ya ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe berxwedaneke dîrokî nîşan daye, lê hemberî van êrişan bêdeng nema..

Di çarçoveya bersivdayînê de, 35 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.
35 çete hatin kuştin
27 birîndar bûn

Di heman demê de, 12 balafirên dron anîne xwarê û 32 hewldanên derbasbûna çeteyan a bejahî jî têk birine.

12 balafirên dron hatin xwarê

Back to top button