Bi rihê 15’ê Tebaxê şerê hebûn û azadiyê heta niha dewam e

38 sal berê gelê Kurd yê ku hatibû înkarkirin û êdî li ber tunebûnê bû, bi pêşengiya Rêber Apo û Fermandar Egîd careke din dest bi şerê hebûn û azadiyê kir.Bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re Kurd ji xwe mirinê şiyar bûn. Di encama vê têkoşîna dûr û dirêj de ku gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn, îro Kurd bûne yek ji gelên mînak yê cîhanê.Îro jî bi rihê 15’ê Tebaxê, Egîdên Hemdem li hemberî dagirkeran şerê azadiyê didomînin.

Egîdên Hemdem Li Zap, Avaşîn û Metînayê şer dikin.

Bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê, dijminê dagirker dewleta Tirk têk dibin.

15’ê Tebaxê roja ku li hemberî dagirkerên Kurdistanê şerê çekdarî dest pê kiriye.

Ev roj ji aliyê gelê Kurd ve weke destpêka şoreşa vejînê tê dîtin.

Pêşengê vê pêngavê jî fermandar Egîd bû.

Ji bo ku koka vê pêngavê û serkeftina wê were zanîn divê Kesayeta fermandar Egîd were naskirin.

Fermandar Egîd ango Mehsûm Korkmaz.

Sala 1956’an li navçeya Amedê Farqînê hatiye dunyayê.

Farqîn xwedî kevneşopiyeke welatparêzî, şoreşgerî, serhildêr e.

Wî jî nasnameya xwe ya mêrxasî, lehengî û Kurdbûnê ji çîroka vî bajarî girtî ye.

Mehsûm korkmaz salên lîseyê 1976’an, li Batmanê bi riya Mazlûm Dogan Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Piştî wê tevlî nava gerîla dibe.

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê û fermandarê yekemîn ê Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK’ê bû.

Her wiha ji Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK’yê re jî fermandarî kiribû.

Bi armanca pilansaziya 15’ê Tebaxa 1982’an bi komek hevalên xwe re derbasî Botanê dibe.

Êvara 15’ê Tebaxa 1984’an tevî 3 taximên gerîla li bajaroka Dihê ya girêdayî Sêrtê ya herêma Botanê dest bi pêkanîna pilanê dikin.

Li wir fîşeka yekê ji aliyê Fermandar Egîd ve tê teqandin.

Pişîtî wê şerê Çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dest pê dike.

Fîşeka ku ji çeka şehîd Egîd derket, bû gulokek ji agir û li dora dijmin zivirî.

Ji ber vê lehengiyê, niha gelek hêzên parastinê yên Kurdan hene.

Gerîlayên azadiyê yên li herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin jî parçeyek ji vê pêngava serkeftî ne.

Bi baweriya serkeftin misogre e, li hermberî çekên kîmyawî, balafirên şer û teknîka herî giran li ber xwe didin.

Vê pêngavê, rihên xwe li her devera Kurdistanê belav kir.

Lewma hêzên parastinê yên di şoreşa Rojava de hatine avakirin jî jêdera xwe ji vê yekê digrin.

Û bi vê îradeyê li hemberî dagirkeran li ber xwe didin.

Ev pêngav ne tenê wek çalakiyekê, di heman demê de efsaneyek bû.

Weke Rêber APo jî dibêje;

Bi Mazlum em bûn partî, bi Egîd em bû artêş û bi Zîlanan ber bi azadiyê ve diçin.

Lewre piştî vê pêngavê êdî artêş û hêzên parastinê yên gerîla ava bûn û zêdetir bûn.

Fermandar Egîd bi vê çalakiyê bersiva bi salan a êriş û komkujiyên li dijî Kurdan da.

Şehîd Egîd aramanca vê çalakiyê wiha nirxandiye:

Ji bo gelên me, yekane rêya rizgariyê ew e li Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê,

bi çalakiyên yekbûyî yên hêzên şoreşger, demokrat, pêşverû û welatparêz re hilweşandina faşîzmê ye.

Armanca çalakiya me ew bû ku avabûna rêxistina hêzên me yên çekdar HRK’ê bi dengekî xurt ji gelê me û raya giştî ya cîhanê ragihînin.

Lehengê vê pêngavê Mahsûm Korkmaz 28’ê Adara 1986’an li çiyayê Gabarê şehîd dibe.

Di kesayeta şehîd Egîd de, bi sedan Egîd li her devera Kurdistanê li ber xwe didin.

Back to top button