
Îro Insiyatîfa KNK-Rojava civînek ji 28 partiyên siyasî yên ku banga însiyatîfa KNK-şaxê Rojava bersivandine re lidar xist.
Civîn li navenda Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a bakûr û rojhilatê Sûrî ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Civîn bi armanca Yekîtiya gelê Kurd û berdewamkirina xebatên Yekîtiyê hat lidarxistin.
Destpêka civînê KNK’ê reşnivîsek siyasî belav kir.
Tê payîn ku têkildarî reşnivîsa siyasî nêrîn û pêşniyar di nava civînê de bên girtin.
Li gorî agahiyan Reşnivîsa civînê wê di konferansa KNK`ê ku wê di dema pêş de were lidarxistin were erê kirin.
Heta amadekirina vê nûçeyê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam dikir.
Tê payîn dawiyê civînê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re were dayîn.