Rustem Bekir: Gelê me xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade kiriye

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û endamê rêveber ê şaneya aloziyê Rustem Bekir ragihand wan ji bo rewşa awarte tedbîrên xwe girtine û teqez kir ew ê li dijî êrişan axa xwe biparêzin.

Ji 6’ê Tîrmehê ve rewşa awarte li seranserî herêmê hatiye ragihandin.

Li gorî wê, li navçeya Dirbêsiyê şaneyeke aloziyê hat avakirin ku ji gelek komîteyên jinan, tenduristî, parastin, ciwan û komîn pêk tê.

Der barê rewşa awarte de û amadekariyên van komîteyan Hevserokê Meclisa Navçeyê Rustem Bekir axivî.

Rustem Bekir da zanîn ku hemû komîteyan li gorî erkê xwe amadekarî kirine û şêniyên herêmê jî xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade kiriye .

Dawiyê Rustem Bekir bang li gelên herêmê kir ku bi şerê taybet bandor nebin û tekez kir ew ê heta dawî xwe û axa xwe biparêzin.

Back to top button