KNK: Bi ruhê 15’ê Tebaxê berxwedaneke bêhempa tê meşandin

Konseya Reveber a KNK’ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyan salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Di daxuyaniyande hat gotin:
“Niha bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bêhempa tê meşandin.”
û hat tekezkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê wê her geş bimîne.

Konseya Reveber a KNK’ê bi boneya 15’ê Tebaxê cejna vejînê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê diyar kir ku bi teqandina fîşeka 15’ê Tebaxê banga azadiya Kurdistanê li seranserî Kurdistan, careke din hat ragihandin û wiha got :

“Bi wê hewildanê çirûska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilat Navîn.

Egîdê egîdan bi komek şervanên azadiyê dest pê kir û îro bûne hêzeke mezin a gerîlla.

Niha bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedaneke xurt û bêhempa tê meşandin.”

KNK’ê da zanîn Dewleta Tirk îro dixwaze berxwedana gelê Kurd û azadiya Kurdistanê bifetisîne; lê ev kirin hemû hewldanên pûç û bêbingeh in.

MXDŞ: Wê pêngava 15’ê Tebaxê hertim di nava me de geş bibe

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê 15’ê Tebaxê pîroz kir.

MXDŞ’ê da zanîn ku wê Pêngava 15’ê Tebaxê her geş bimîne û ev got :

“Bi teqandina guleya yekmîn, rûpelek nû ji bo gelên ku bi salan mafê wan yên jiyankirinê dihat perçiqandin vekir.

Ev pêngavek li dijî dagirker û zilimkaran bû.

Em civaka Êzidî heya serkeftina xwe, bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê anî ziman civaka Êzidî di vê meha Tebaxê de rastî gelek êrîş, ferman û planan hatine û wiha domand:

“Di vir de xuya dibe ku dewleta Tirk xwesetiye di vê meha Vejînê de kîna xwe ya li dijî Êzidiyan bide der.

Lê ev pêngav li Şengalê pêşket, gel li ber xwe da û xwe birêxstin kir.

Ev jî qet li xweşiya dewleta Tirk û hevkarê wan neçû.”

MXDŞ’ê dawiyê de tekez kir wê Pêngava 15’ê Tebaxê her geş bimîne.

Back to top button