EFRÎN.. DAGIRKERIYA TIRK ŞÛNWARÊN GUNDÊ BIRCIKÊ YÊ ŞÊREWA DIDIZE

Li gel bêdengiya navdewletî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dizîn û talana şûnwarên Efrînê didomînin. Vê dawiyê, li gundê Kanî Gewrikê yê Cindirêsê, çeteyan dest bi kolandin û lêgerîna li şûnwaran kir

Herî dawî jî, dewleta dagirker li gundê Bircikê yê Şêrewa dest bi lêgerîna şûnwaran kir.

Li wir hejmarek peykerên ku vedigerin serdema Roman û hezarsaliya yekemîn berî zayînê ne, hatin dîtin û dizîn.

LI HEMBER BINPÊKIRINÊN DAGIRKERIYA TIRK REJÎMA SÛRÎ BANG LI CÎHANÊ KIR

Di vê derbarê de, Kargeriya Giştî ya Şûnwar û Mûzeyan a rêjîma Sûrî bang li rêxistinên navnetewî û akademisyenên cîhanî kir.

Kargêriyê xwest ku rê li pêşiya binpêkirinên şûnwaran ên ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk ve tên kirin, were girtin.

Kargêriyê got hêzên dagirkeriya Tirk bi maşîneyan girên kevnar dikolin, ev jî dibe sedema hilweşîn û tunekirina çand û şaristaniya Efrînê.

Rêveberê Kargêriya Giştî ya Şûnwar û Mûzeyan a rêjîma Sûrî Mehmûd Hemûd diyar kir ku ew danûstandinan bi rêxistinên navnetewî yên têkildar re dikin da ku şûnwarên mayî werin parastin

Leave a Reply

Back to top button