KCÊ-E Şehîdên komkujiyan bîr anî

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ji bo salvegera komkujiyên meha Tebaxê yên li dijî civaka Êzdî daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyan bîr anî. KCÊ-E soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê-KCÊ-E’yê ji bo salvegera şehadeta pêşengên civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî û Seîd Hesen Seîd daxuyaniyek da.

KCÊ-E destpêkda daxuyaniya xwe de şehîdên fermanên di meha Tebaxê de bîr anî û ev tişt anî ziman:

”Di meha Tebaxê de, li hemberî civaka Êzdî, Êzdayetî û Şengalê, bê rawestan; komkujî, ferman û êrîş pêk hatin.

Di encama vê yekê de, bi sed hezaran qurbanî çêbûn.

Ji ber vê yekê jî ev meh di nava civaka me de wek meha ferman û komkujiyan tê pênasekirin.

Di vê mehê de lehengî, berxwedan, vîn, ruhê Êzdayetiya rast û hêvî jî derket asta herî jor.

KCÊ-E di dewamiya daxuyaniya xwe de behsa Ş. Mam Zekî Şengalî kir û da zanîn ku ew ji bo civaka Êzdî pêşeng bû.

”Zekî Şengalî di nava civaka xwe de bû pêşengê serdemê.

Di pêşengiya Mam Zekî û gerîlayên azadiyê de Tebaxa 2014’an, li Şengalê rê li pêşiya qirkirinek bi giştî ya civaka Êzdî hat girtin.

Bi têkoşîn û berxwedana bi pêşengiya Mam Zekî, axa pîroz ji çeteyên dewleta Tirk hat paqijkirin û rizgarkirin.

Ji ber vê rola diyar ker a Mam Zekî ji aliyê kes û komên di fermana 3’ê Tebaxê de cih giritine hat armanc girtin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê behsa şehadeta Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî Îsa Xwedêda jî kir û got:

”Piştî êrîşa 16’ê Tebaxa 2021’ê ya li hemberî Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî Îsa Xwedêda, bi rojekê, 17’ê Tebaxê, dewleta Tirk êrişî nexweşxaneya Sikêniyê kir.

Dewleta Tirk bi vê êrişa xwe careke din sûc li dijî mirovahiyê kir.

Dewleta Tirk, hevkarên wê, desthilatdarên li herêmê û cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê meha Tebaxê li me kirine meha ferman, komkujî û mirinê.”

Dawiya daxuyaniya xwe de Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê soza domandina doza cangoriyan û bicihanîna armancên wan dubare kir.

Back to top button