Ji Çînê, Amarîka hişyar kir: Dest ji meşa li ser rêya şaş berdin

Aloziya Taywanê, hêrsa Çînê zêde dike. Serdanên şandeyên Amerîka bo girava Taywanê, rêveberiya Çînê xistiye nava tevgerê. Çînê bi mijara Taywanê, Amerîka hişyar kir û got: Hun li ser rêyeke şaş dimeşin. Serokê Rûsya Putin jî ji rewşa li Ukrayna û Taywanê, Amarîka sûcdar kir.

Dengvedanên aloziya navbera Taywan û Çînê êdî ji nêz ve tê bihistin.

Ji despêka Tebaxê ve, serdanên reveberên Amerîka ya bo giravê, hikumeta Çînê bihêrs kiriye.

Nûnerê Daîmî yê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zhang Jun got,

Divê Amerîka li ser Taywanê dev ji “rêya şaş” berde.

Divê ew ji rêwîtiya Nancy Pelosi fêr bibin û fêm bikin ku pêwiste dest ji rêya şaş berdin.

Hemû cîhan bi zelalî dibîne ku kî provokasyonê dike, statukoyê binpê dike û hewl dide li Taywanê bibe sedema aloziyê.”

Rêveberiya Pekînê bersivên li dijî hewildanên Amerîka weke mafeke rawa pênase kir.

Piştî serdana Pelosi, şandeyek ji 5 endamên kongresa Amerîka ya bi serkêşiya Ed Markey berê xwe dabûn Taywanê.

Putin, Amerîka ji rewşa li Ukrayna û Taywanê sûdar kir

Li aliyekî din, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Amerîka bi hewldana dirêjkirina şerê li Ukraynayê tawanbar kir.

Serokê Rûsyayê îdia kir ku Amerîka li deverên din ên cîhanê, wek Taywanê, nakokiyan jî gur dike.

Putin di vekirina konferansa ewlehiyê ya navneteweyî ya li paytexta Rûsya Moskowê de, axivî û got,

“Rewşa Ukraynayê nîşan dide ku Amerîka hewl dide vî şerî dirêj bike.

Bi rastî ew potansiyela şerê li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latînî zêde dikin.”

Serdana Pelosi di destpêka vê mehê de tansiyona li sêgoşeya Amerîka-Çîn-Taywan zêde kir.

Helwesta Moskow ya li ser Taywanê jî zelaltir dibe.

Rûsya, Taywanê weke parçeyeke ji xaka Çîna Yekgirtî dibîne.

Piştî şandeya dawî ya Amerîka serdana Taywanê kir, Çînê jî dema tetbîqata xwe ya li herêmê dirêj kir.

Pekîn serdana rêveberên Amerîkî wekî peyamek dilşewat ji bo kampa alîgirê serxwebûnê li giravê dibîne.

Ev zexta li ser Taywana ku bi salan di bin gefa êrişên Çînê de ye, di serdema Serokê Çînê Xi Jinpin (Şî Jinping) a li ser desthilatdariyê de hê zêdetir zêde bû.

Back to top button