Ji ber lehiya li Efxanistanê di nava 2 rojan de 31 kes mirin

Karasatên xwezayî û baranên demsalê bela xwe ji Efxanistanê venakin. Di nava 2 rojan de, ji ber lehiya li parêzgeha Pervan a nêzî paytext Kabulê 31 kes mirin. Xanî di nava heriyê de man.

Li eyaleta Pervan a nêzî paytexta Efxanistan Kabulê bîlanîço giran dibe.

Rayedaran ragihandin ku du rojin ji ber barana zêde li navçeyên Şinwarî û Siyah Gird ên parêzgeha Perwanê lehî rabû.

Ji ber lehiyê 31 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku hê jî ji 100 kesî ti agahî ne hatine girtin.

Ji ber zêdebûna jimara windahiyan fikarên jimara mirina zêdetir bibe derdikeve pêş.

Ji ber lehiyê gelek heywan telef bûn û gelek mal jî zirar dîtin.

Ji aliyê din ve Rêveberiya Metrolojiya Efxanistanê doh tevî patext Kabulê hişyriya baran û lehiyê bo 18 pêzgehan da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Têkoşîna bi Bobelatên Xwezayî, di 4 mehên dawî de li tevahiya welêt ji ber lehiyê bêtirî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button