HPG’ê: Li Zap û Metîna 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Şerê li Başûrê Kurdistanê yê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de dewam dike. Hêzên gerîla li herêmên Zap û Metîna derbên giran li dagirkeran dan. HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha derb li helîkopterekê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana bi heybet ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dike û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 15’ê Tebaxê li Qada Çemço di encama çalakiya bi çekên giran ya tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 14’ê Tebaxê li Girê Amediyê derb li helîkopterekê hate xistin ku dixwest qadê bombebaran bike.

15’ê Tebaxê li Girê Amediyê derb li dronekê hate xistin ku li ser qadê digeriya. Di heman saetan de bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger yên YJA Starê dagirkerê ku dron bikar dianî hat kuştin.

16’ê Tebaxê jî li Girê Şehîd Gelhat û Girê Şehîd Pîrdoxan bi awayekî hemwext bi çekên giran li hêzên dagirker ên li dora çeperên şer hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 14 û 15’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî, 25 caran bi balafirên şer bi dehan caran jî bi tank û topan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button