Jûliya Xelo: Ji êrişan herî zêde zarok bandor dibin

Di êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser herêmê de zarok jî dibin hedef. Ji ber êrişan heta niha bi dehan zarok şehîd û birîndar bûne. Rêvebera Navenda şilêr a Parastina Mafê Zarokan Jûliya Xelo dibêje: “Ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana zarokan di bin xeteriyê de ye û nikarin biçin dibistanan.”

Zarok û jin herî zêde zirara şer û êrişan dibînin û dibin qurbaniya lihevkirin û planên êrişkaran.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane yê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye gelek komkujiyan li ser zarokan pêk aniye û kiryarên wê gihiştiya asta sûcên şer.

Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye li pêşiya çavê tevahî cîhanê têne kuştin bê ku tu sazî û dezgehên mafê zarokan bertek nîşan bide.

Têkildarî mijarê Rêvebera Navenda şilêr a Parastina Mafê Zarokan Cûliya Xelo axivî.

Jûliya Xelo: Kesên ku binpêkirinên li dijî zarokan pêk tînin bê ceza dimînin

Cûliya bal kişand li ser bêdengiya rêxistinên mafê zarokan a derheqê binpêkrinên ku li ser zarokan têne kirin û wiha domand:

Jûliya Xelo: Em ê zagonên nû yên têkildarî parastina mafê zarokan derbasî dadgehan bikin

Cûliya Xelo destnîşan kir ku pilanên wan yên dema pêş ji bo mayîndekirina mafê zarokan di dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriye de hene û wiha bi dawî kir:

Niha hewildanên me hene em zagonên nû têkildarî parastina mafê zarokan de derbasî dadgehan bikin ku li sûcdarên zarokan cezayên hişk bêne birîn.

Her wiha em hewil didin bi riya çalakiyên xwe zarokan vegerînin dibistana û alîkariya madî û manewî ji wan re pêşkêş bikin.

Back to top button