Komîteya Çand û Hunerê ya Rojava bang li herkesî kir bi hunerên xwe beşdarî festîvalê bibin

Komîteya Çand û Hunerê ya Rojava, yekemîn Festîvala Wêne ya Rojava ya Navneteweyî li dar dixe.

Bi armanca pêşxistina hunera wêne û naskirina Rojava weke paytexta hunerê, Komîteya Çand û Hunerê ya Rojava vê festîvalê li dar dixe

Komiteyê diyar kir armanca lidarxistina vê çalakiyê ew e ku berhemên wênekêşên jêhatî bên pêşandan

Û ji bo piştgirîdayîn, geşbûn û pêşkeftina hunermendan li ser asta navneteweyî bingehek were afirandin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Rojava diyar kir di her beşê de kesên herî baş wê werin xelatkirin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Rojava bang li herkesî kir ku beşdarî festîvalê bibin û hunerên xwe pêşkeş bikin.

Pêşengeh wê di 15’ê Meha Mijdarê de bê vekirin lê şandina wêneyan ji niha de heta 9’ê Mijdarê ye.

Pêşangeh wê hefteyekê li Galeriya Hunerê ya Rojava vekirî be.

Back to top button