KCDK-E bang li Kurdên li Ewropayê kir ku hovîtiya dewleta Tirk teşhîr bikin

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî êrişên dewleta Tirk daxwiyaniyek da û bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku hovîtiya dewleta Tirk teşhîr bike.
Li Viyanayê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyek pêk hat .

KCDK-E’yê diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca qetilkirina Kurdistaniyan êrişan dike.

KCDK-E’yê di daxwiyaniyê de got :

“Dewleta Tirk di êrişên xwe de her kesî armanc digre ji jin û zarokan bigre heta bi kal û pîran ..”

KCDK-E’yê bang li gel kir ku hestyar bin û vê hovîtiya dewleta Tirk di nava xelkê Ewropayê de bikin rojev û teşhîr bikin.

Li Viyanayê li dijî êriên dewleta Tirk çalakiyek pêk hat

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E’yê ya çalakiyên lezgîn, li Viyana daketin qadan û çalakiyek li darxistin.

Kurdistaniyan tekez kir ku divê cûcên dewleta Tirk bê teşhîrkitin .

Back to top button