Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li gel kir: Li hember êrişên Tirkiyê li ber xwe bidin

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li hember êrişên Tirkiyê banga berxwedanê li gel kirin.

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo êrişên Tirkiyê li dijî herêmê bi taybet Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina projeya neteweya Demokratîk e û wiha hat gotin:

“Bi hêzên xwe yên bejahî û ezmanî êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûrî dike. Dewleta Tirk seranserê sînorê herêmê topbaran dike.

Ji ber êrişên wî ên hov gelek kes şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.”

Sazî û dezgehên Rêveberiyê bang li hêzên navneteweyî, yên garantor û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Her wiha bang li tevahiya gelê herêmê hat kirin ku li dijî dagirkeriyê bexwedana xwe xurtir bikin.

Back to top button