HPG:3 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de jî ragihand ku encama çalakiyên gerîlla de 3 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. Her wiha derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê;

15’ê Tebaxê li herêma Xakûrkê, dema dronek artêşa Tirk li ser qada Girê Şehîd Hakî difiriya, gerîlla derb lê da.

Li herêma Avaşînê, 16’ê Tebaxê leşkerên Tirk xwestin nêzî çeperên şer ên qada Werxelê bibin.

Di encama destwerdana gerîlla de, xortûmên gaza kîmyewî û dozerek hêzên dagirker hatin tinekirin.

Heman rojê li herêma Zapê jî leşkerên dagirker bi çekên kîmyewî xwestin êrişî çeperên qada Karker bikin.

Gerîlla di cih de bersiv da û ji ber vê yekê leşkerên artêşa Tirk neçar man paşde biçin.

17’ê Tebaxê li Qada Çemço jî di çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin de leşkerek Tirk hate kuştin.

Li herêma Metînayê 16’ê Tebaxê li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk hatin.

Di encamê de,

Dagirkerên xwestin nêzî Girê Cûdî bibin neçar man paşde biçin.

Li Girê Amediyê derb li helîkopterekê hate xistin û dornek kete xwarê.

Li herêma Metînayê, hêzên me li baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk xistin, dozerek artêşa Tirk hare rûxandin û 2 leşker hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 16’ê Tebaxê artêşa Tirk 35 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîlla kiriye.

Back to top button