Ukrayna: Ya hatî kirin tevgera bêçekirinê ye

Ev demeke baregehên leşkerî yên Rûsya li herêma Qirimê dibin armanca êrişên mezin. Rûsya ragihand ku teqîna beriya 2 rojan encama êrişeke sabotajê bû. Serokê Ukrayna Zelensky bang li welatiyan kir ku ji bo Rûsya ji şer bidin westandin her tişta pêwist bikin.

Rûsya di êrişa xwe ya li ser Ukrayna de, hêza xwe nîşan dide.

Lê li Qirimê her tişt li gorî daxwaza Rûsya nameşe.

Pêr li herêma Qirimê ku ji sala 2014’an ve di bin kontrola Rûsyayê de ye, teqîneke mezin rû da.

Pêşî bûyer weke êrişa hêzên Ukraynayê hat ragihand.

Şêwermendê ofîsa serok-komariya Ukraynayê Mikhailo Podolyak (Mîxaîlo Podolyak) ragihan ku êriş ne bûyereke nîşandana hêzê bû û got;

Ya hatî kirin tevgera bê-çekirinê ye.

Wê di nava 2-3 mehên pêş de jî êrişên wiha yên li Qirimê dewam bikin.

Podolyak anî ziman ku dibe ew pira Qirimê bi Rûsya re dide girêdan jî bikin armanca êrişan.

Zelensky: Divê em Rûsya bêhêz bikin

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî li ser rewşa dawîya welat axivî.

Di peyama video ya doh şev hate parvekirin de, Zelensky got,

Ji bo Rûsya ji şer biweste pêwiste her tişta ku ji destê me tê em bikin.

Serokê Ukrayna bang li welatiyan kir ku di warê aborî, siyasî û lşkerî de ji bo zextê li Rûsya bikin, tişta ji destê wan tê pêk bînin.

Zelensky îşaret bi navenda nukleerî ya Zaporijiya ya ji aliyê hêzên Rûsya ve hatî kontrolkirin kir û ev tişt anî ziman:

Hêzên Rûsya cebilxaneya xwe di navenda santralê de diveşêre.

Di rewşa heyî de, navend veguheriye xefikek ya çekan.

Back to top button