Seul: Koreya Bakur 2 moşekên din ceriband

Bi qasî aloziya Taywanê nebe jî, careke din li nîvgrava Koreyê metirsiyê xwe daye der. Piştî peyamên xurtkirina têkliyên navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de, Koreya Başûr jî ragihand wê tetbîqata herî mezin li gel Amerîka pêk bîne. Hemwextî vê yekê, Koreya Bakur 2 moşekên din ceribandin.

Ji rêveberiya Koreya Bakur carke din tevgerên nivgirava Koreyê dixe metirsiyê derket.

Çavkaniyên leşkerî yên Koreya Başûr eşkere kirin ku Koreya Bakur du mûşekên Kruzê ji peravên rojavayê parêzgeha Onchon avêtin.

Her wiha hate gotin, rayedarên leşkerî yên Koreya Başûr û DYA’yê li ser hûrgiliyên weke mesafeya firînê analîz kirine.

Koreya Bakur bi mûşekên ku duh avêtine bal kişand ser tetbîqata “Mertala Azadiyê ” ya ku wê di navbera 22’ê Ttebaxê û 1’ê Îlonê da bê kirin.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol di konferanseke rojnamevanî de, di 100’emîn roja hatina ser erkê serokatiyê de, dubare kir ku ew amade ne hêdî hêdî alîkariya aborî bidin Koreya Bakur.

Ev yek jî bi şertê ku eger Koreya Bakur pêşveçûna çekên nukleerî bi dawî bîne û dest bi kêmkirina wê bike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku wan di navbera 8 û 14ê Tebaxê de ligel hêzên deryayî yên Koreya Başûr û Japonyayê beşdarî tetbîqatên hişyariya mûşekî û lêgerîna şopandina mûşekên balîstîk ên li dijî Koreya Bakur bûn.

Ev tetbîqat bi armanca pêşxistina hevkariya sêalî pêk hat.

Back to top button