EL-MU’ELÊM Û PEDERSEN LI SER “KOMÎTEYA DESTÛRΔ LI HEV KIR

Tevgera diplomasî derbarê aloziya Sûrî de derbasî pêvajoyeke girîng bûye.
Serkêşê vê tevgerê jî nûnerê navnetewî Geir Pedersen e.
Piştî serdana wî ya Rûsya û Sûriyê, îroj çareserkirina mijara Komîteya Destûrî ragihand.
Hat zanîn ku xalên binakok navbera Şam û Cinêvê de hatin çareserkirin.
Li aliyekî din, ji bo lêpirsîna derbarê êrîşa kîmyewî li bajarê Domayê, komeke nû hat avakirin.

Gera nûnerê navndewletî yê aloziya Sûrî Geir Pedersen ya Şamê bi dawî bû.

Di nava 2 rojan de, Pedersen danûstandin bi wezîrê Karê Derve yê rêjîma Sûrî Welîd El-Mu’elêm re kirin.

Çavkaniyên ku hevdîtina herdu rayedaran şopandin, diyar kirin ku hemû pirsgirêkên derbarê Komîteya Destûrî de hatin çareserkirin.

Çavkaniyan gotin rêbazê karê Komîteyê, navên namzetan û şêweyê dengdayînê di hundir Komîteyê de hatin gotûbêjkirin û herdu rayedaran li ser li hev kirin.

Hat zanîn ku herdu aliyan sîstema hevserokatiyê ji bo Komîteyê pejirand û navên hevserokan jî di nav xwe de diyar kirin.

Pedersen li Şamê gera xwe bi dawî kir û berê xwe da Beyrûte

Piştre wê serdana Stenbolê bike.

Wê encamên lihevkirina wî bi rêjîma Sûrî re bi cîranan re jî parve bike.

Li gel van pêşketinan, nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîka, Michael Bogdanov jî axivî.

Bogdanov ragihand ku civîna Astana ya ji bo aloziya Sûrî, wê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan roja 1 û 2 Tebaxê were lidarxistin.

KOMEKE NÛ YA LÊPIRSÎNA ÊRÎŞA KÎMYEWÎ LI DOMAYÊ AVA BÛ

Di çarçoveyeke din de, ajansa Reutersê ragihand ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî komeke nû ji bo aloziya Sûrî ava kiriye.

Koma ku hatî avakirin, erka wê diyarkirina aliyê ku çekên qedexekirî li Sûriyê bi kar aniye ye.

Her wiha wê ev kom, derbarê 9 êrîşên çekên qedexekirî li Sûriyê lêpirsînan bike.

Lêpirsîn wê derbarê êrîşa bajarê Domayê de jî were kirin.

Li gorî agahiyan ketin dest, di encama êrîşa 7 Nîsana 2018 a li dijî bajarê Domaya Şamê, ku di bin kontrola komên çete de bûn, bi dehan kuştî çêbûn.

Wê demê, Emerîka rêjîma Sûrî tawanbar kir, di heman de jî, rêjîmê ew tawanbarkirin red kir.

Leave a Reply

Back to top button