Korîdora genim a li Derya Reş, di rojên xwe yên herî qelebalix de ye

22 Tîrmehê ji bo dawî li krîza genimê Ukrayna were anîn peymanek 4 alî hate îmzekirin. Di peymana ku li Stenbolê hate îmzekirin de, rê tê dayîn keştiyên bi genimê Ukrayna barkî û vale li Derya Reş tevger bikin. Piştî vê yekê di nava 15 rojên despêka Tebaxê de, 36 keştî genim derbasî herêmên din kir. Duh jî 9 keştiyên din ji Derya reş birê ketin.

Di nava demên dawiyê de, ji şerê li Ukrayna zêdetir, qala şêwazê derketina genimê wê bo welatên cîhanê dihate kirin.

Ji ber vê yekê herî dawî 22’ê Tîrmehê li bajarê Stenbol yê Tirkiyê bi erêkirina Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û NY peymanek hate îmzekirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê diyar kir ku 2 keştî ji bendera Yuzhny (Pivdennyi) û 3 keştî jî ji bendera Chornomorskê derketine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştî ji ceh û genim barkirî ne.

Navenda Koordînasyona Hevbeş a Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş ku ji şopandin û lênêrîna tevgera keştiyan berpirsyar e, ragihand ku li bakurê Bosforê 4 keştî beriya ku biçin benderên Ukraynayê di bin lêpirsînê de ne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Koordînasyona Hevbeş a ku ji aliyê Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û NYyê ve hatiye avakirin, yekem keştiya bi genim barkirî yekşema borî gihîşt Stenbolê.

Peymana lihevkirina korîdorê rê li keştiyan vekir ku êdî xurekan ji bendera Odessa ya Ukrayna derbasî parzemîna asya û Afîrka bike.

Piştî despêkirina êrişa Rûsya li ser Ukrayna, ji derveyî genim 18 keştiyên din, ji ji herêmê derketin.

Bi vê peymanê re bêtirî 20 ton genimê ku li benderên Ukraynayê asê mane wê ji bo cîhanê bê şandin.

Li ser mijarê Wezîrê Parastinê yê Tirkiye û Ukrayna peywendiyek telefonî pêk anîn.

Di peywendiyê de îşaret bi rawestandina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de hate kirin.

Back to top button