Ebas: Îsraîl heta niha 50 komkujî li dijî gelê Filîstînê pêk anîne

Lîderê Filîstînê Mahmud Ebas ji bo serdaneke fermî li Almanyayê bû. Dema hevdîtina li gel serokwezîrê vî welatî de, Ebas diyar kir ku heta niha Îsraîl 50 caran hewl da gelê Filîstînê qir bike. Ji ber ku Ebas siyaseta Îsraîlê weke “Holokost” yanî tevgera qirkirinê ya Nazî binav kir, bû sedema hêrsa Berlînê.

Di çarçoveya serdana xwe de, lîderê Filîstînê Mahmud Ebas û serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Berlînê civîna çapemeniyê pêk anîn.

Rojnamevanek di civînê de êrişa 1972’an li Olîmpiyada Mûnîxê bir bîr xist û ji Ebbas ev pirs kir:

Gelo ji ber kuştina 10 sporvanên Îsraîlê hûn amadene lêborînê bixwazin.

Lîderê Filîstînê bi van gotinan bersiv da:

Ji sala 1974’an ve Îsraîl 50 komkujî li dijî Filîstîniyan pêk anî.

Heta ji komkujiya wêdetir, wan 50 Holokost pêk anî.

Ev pênasekirina Ebbas bû sedem hêrsa gelek siyasetvanên Alman û Îsraîlî.

Serokwezîr Olaf Scholz li ser mijarê got; Tişta Mahmûd Ebas gotî, qet nayê qebûlkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapîd jî gotinên Ebbas weke şer û derew binav kirin.

Em ê ti carî vê tawanbariyên wî efû nekin.

Li ser zêdebûna nerazîbûnan Mahmûd Ebas neçar ma daxuyaniyeke nû bide û got;

Tişta bi serê cihûyan ve hatiye kirin tenê weke Holokost tê binavkirin. Ti niyeta me tineye ku em vê yekê înkar bikin.

Beriya û piştî şerê cîhanê yê duyemîn, ji ber tişta bi serê Cihûyan kirî, gotina “Holokost” tenê ji bo Naziya Hîtler tê bikaranîn.

Back to top button