Biden paketa tenduristî û avhwea ya 434 mîlyar dolarî îmze kir

Serokê Amerîka Biden qanûna ku 434 mîlyar dolar ya jibo tedbîrên parastina avhewayê û pergala tenduristiyê tê pêşbînîkirin îmze kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden qanûna ku hefteya borî ji bo kêmkirina enflasyonê ji aliyê Kongreyê ve hatibû qebûlkirin îmze kir û xist meriyetê.

Qanûn ku ji bo Demokratan li pêşiya hilbijartinên navberê yên di Mijdarê de wekî serkeftinek mezin tê dîtin, bi mîlyaran dolar di warê tenduristî, avhewa û rêzikên bacê de dihewîne.

Biden di merasima îmzekirinê ya li Koşka Spî de axivî û diyar kir ku ev pakêt wê ji bo malbatên Amerîkî re dewlemendî û pêşveçûnê bîne.

Her wiha nîşan dide ku demokrasî hê jî li DYA dixebite.

Di qanûnê de 370 mîlyar dolar ji bo ewlehiya enerjiyê û parastina avhewayê û 64 milyar dolar jî ji bo pergala lênihêrîna tenduristiyê hatiye diyarkirin.

Ev qanûn di dîroka welat de ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhwa qanûna herî zêde ye.

Biden daxwaza paketeke 3,5 trilyon dolar ya ji bo 10 salan kiribû.

Lê ji ber malyeta wê ya zêde, di nava partiya Biden bi xwe de nelihevkirin derket û herî dawî paket hate biçûkkirin.

Back to top button