Endamên NY negihiştin lihevkirinê, peyman bo dawiya salê ma

Di Peymanên Parastina Deryaya giştî de lihevkirin pêk nehat. Danûstandinên li NY yên li New Yorkê bê encam man. Lîderên cîhanê wê ji bo peymana okyanûsên giştî wê dest bi dawnûstandinan bikin.

Li ser Peymana Deryayên Giştî a Neteweyên Yekbûyî 10 salin danûstandin tên pêk tên, lê hîn jî nehatiye îmzekirin.

Eger lihevkirin çêbibe wê heta sala 2030’î ji sedî 30’ê okyanûsan bêne parastin.

Kesên ku kampanyayan dimeşînin, li bendê ne ku jiyana li deryayê ji nêçirvaniya zêde û karên din ên mirovan bê parastin.

Ji sê parên okyanûsan du par niha weke ava navneteweyî ya giştî tê qebûlkirin.

Ev jî tê wê wateyê ku welat hemû dikarin li vê qadê masiyan bigirin, lêkolînan bikin.

Lê belê tenê ji sedî 1.2 ê deryayên bi vî rengî di bin parastinê de ne.

Ji bilî vê qadê, jiyana deryayê ji ber guhertina avhewayê, nêçirvaniya zêde û çûn û hatina keştiyan di bin rîsk û gefê de ye.

Ji ber ku ekosîstemên li binê deryayê bi têrkerî nebûne belge, fikar hene ku zindiyên hînê nehatine keşifkirin, beriya bêne keşifkirin nifşê wan tune bibe.

Li gorî lêkolîneke Îdareya Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî ku destpêka vê salê hate weşandin, ji sedî 10 heta 15 ê cûreyên deryayê ji xwe li ber rîska tunebûnê ne.

Peymana qala wê tê kirin, wê beşek ji okyanûsan li nava tevna Qadên Parastî yên Deryayê bi cih bike.

Beriya ku destûr ji karên bazirganiyê yên mîna madenkariya deryayê ya kûr bê dayin, destpêkê wê bandora wê ya li ser hawirdorê bê nirxandin.

Ji ber ku wergirtina mîneralan ji binê deryayê, ji bo jiyana deryayê dikare bibe jehr.

Di meha Adarê de welatan qebûlkirin ku ji bo îmzekirina Peymanê rûniştina pêncemîn a dawî lidar bixin.

Ji bo vê rûniştinê jî dawiya salê hate diyarkirin.

Back to top button