SEZAÎ TEMELLÎ: NIHA DEM DEMA DEMOKRASIYÊ YE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê li Tirkiyê aştiya civakî bê mezinkirin û got:
“Niha dema têkoşîna demokrasiya daîmiye û dem dema demokrasiya.
Êdî dema rêxistinkirina vê fikrê ye.”

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, bi şîara “Emê bi Siyaseta Demokratîk Faşîzmê Hilweşînin, Tirkiyê Demokratîk bikin’ li Stenbolê Konferansa Herêma Marmara li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û got:

“Heya niha me konferansên gelek herêman li dar xist.

Me îro li Marmarane, di rojên pêş de jî emê li Amedê konferansên xwe li dar bixin.

Piştî konferansên herêman, emê di 3 û 4 Tebaxê de, konferansa rêxistinbûyîna mezin li dar bixin.

Temellî, dest nîşan kir ku divê li Tirkiyê aştiya civakî bê mezinkirin û ev tişt anî ziman:

“Niha dema têkoşîna demokrasiya daîmiye û dem dema demokrasiyê ye.

Êdî dema rêxistinkirina vê fikrê ye.”

Leave a Reply

Back to top button