Îro bi sedan welatiyên Qamişlo sersaxî ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastin Riyad Esaf re ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, re xwestin.
Li konê sersaxiyê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Hemê axivî û diyar kir ku divê gelê herêmê li dijî van êrişên hovane yên ku hemû pêkhateyan dike armanc asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrika jî bal kişande li ser piştgiriya gel a bi hêzên parastinê re û soza parastina gel da.
Her wiha endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên jî diyar kir ku dewleta Tirk û hevalbendên wê ji têkoşîna jina azad ditirsin û got:
“Êriş wê nikarin vîna jinan bişikînin û heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.