Çalakiya konvedanê ya HPJ-JIN a li Qamişlo dewam dike

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê bihêrs e û di nava tevgerê de ye. Îro li dijî êrişan li seranserî herêmê çalakî hatin li dar xisitn û peyanên bilindkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn. Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî êrişan bi berpirsyariyên xwe rabe.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne.

Li Qamişlo, çalakiya konvedanê ya Hêzên Parastina Civakê – Jin ya li pêşiya avahiya NY di roja xwe ya 6’an de dewam dike .

Îro Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn serdana konê çalakiyê kir û daxuyanî dan.

Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Li Amûdê jî, Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk a li ser herêmê û bi teybet êrişa li ser Amûdê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bi taybet li ser Kobanê daxuyanî da.

Daxuyanî li Qada Jina Azad bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî ên herêma Firatê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî a beramberî êrişan hate şermezarkirin û bang li dewletên ku di dosyaya Sûriyê de bibandor in hate kirin dawî li van êrişan bînin.

Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeirya Tirk daketin kolanan

Şêniyên Reqayê jî bi pêşengtiya jinan li dijî êrişan meşiyan.

Meş ji Baxçê Serokatiyê ya li navenda bajarê Reqayê dest pê kir.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Kombûna Jinên Zenûbiya daxuyanî hate dayîn û tê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser zarok û jinan lêpirsînê bidin destpêkirin.

Şêniyên bajarokê Xera a Til Temirê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Li navçeya Til Temirê jî şênî ji bo şermezakirina êrişan li bajarokê Xera kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dagirkeriya Tirk ji êrişan têkbirina projeya demokratîk e.

Meclisa Edaleta Civakî a Minbicê: Divê koalîsyona li dijî êrişan bi erka xwe rabe

Meclisa Edaleta Civakî a abajarê Minbicê jî bi heman armancê daxuyanî da û bang li Koalisyona navdewletî û Rûsya kir li beramberî van êrişên ku rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike bi erka xwe rabin.

Zarokên şehîdan li bajarokê Cirin a Girê Spî êrişên li ser zarokan şermezar kir

Li navçeya Cirinê ya girêdayî Girê Spî jî, zarokên şehîdan bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên zarokan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê ku piranî qurbaniyên wê zarok in, rawestînin.

Jinên Eyn Îsayê bang li civaka navnetewî kirin ku êrişên li ser herêmê rawestînin

Jinên bajarokê Eyn Îsayê jî bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir û tekez kir ew ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin û li ser axa xwe bimînin.

Back to top button