QSD: Hêzên me sîxurekî dagirkeriya Tirk ku amadekariya teqînekê li Hesekê dikir girt

Operasyona Sond a QSD’ê li dijî sîxuran didome. Navenda Ragihandinê ya QSD, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan sîxurekî dewleta Tirk ku amadekariya teqînekê li Hesekê dikir, girt.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina QSD՛ê de hat gotin:

“Di çarçoveya pêngava ‘Operasyona Sondê’ de ku hêzên me di dawiya Tîrmehê de ji bo têkbirina torên sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker destpêkir de;

Hêzên me yên taybet îro sîxurekî dewleta Tirk ku li erebeyeke bombebarkirî siwar bûbû û tê de nêzî 6 kîlo madeyên teqemeniyê yên xurt hebûn, girt..

Vî sîxurî amadekariya teqînê di nava kombûnên welatiyan de, li Hesekê dikir..”

QSD’ê ragihand, teqemeniyên li ser sîxurê ku hate girtin, hatin bêbandorkirin û got:

QSD: Em ê destûrê nedin ku ti kes ewlehiya herêmê têk bibe

“Ev hewldana terorîstane yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku bi rêya ajanên xwe dike, hemwextî êrişên bejahî û hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên.

Hêzên me dê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê şiyar bin û hewldanên kesên ku dixwazin tevliheviyê çêkin, têk bibin.”

Back to top button