Konferansa 8. ya Meclisa Malbatên şehîdan a Efrînê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Konferansa xwe ya 8’emîn li dar xistin. Di konferansê de rapora du salan a xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan û rêzikname hatin xwendin û derbarê xebat û rola malbatên şehîdan de nirxandinên girtîng hatn kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist.

Konferas bi dirûşma “Li ser şopa şehîdan bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin” li hola Mîtan ya li navçey Ehdas a Şehbayê pêk hat.

250 delegeyên ji endam û nûnerên sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê beşdarî konferansê bûn.

Konferansê ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Ji bo dîwanê hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo û Fewzî Mistefa, ji rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen hatin hilbijartin.

Piştre endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Surye Hebeş aixivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Zelal Ceger: Projeya me ya Sûriya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan e

Di konferansê de Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger aixivî û lidarxistina konferansê li tevahî berxwedêr û malbatên şehîdan pîroz kir.

Zelal Ceger der barê gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê her wiha bêdengiya hêzên gerantor de axivî û got:

“Ji ber ku gelê herêmê xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Apo dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişan hewl dide me ji holê rake.

Rûsya û Amerîka ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re bêdeng in. Hikumeta Şamê jî bêdeng e. Tenê em li hember êrişan disekinin.”

Di dawiyê de, Zelal Ceger diyar kir ew ji bo hemû pêkhateyan û avakirina Sûriyek demokratîk tevdigerin.

Di konferansê de rapora xebatên du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan û rêzikname hatin xwendin û hevserokên nû ên meclisê hatin hilbijartin.

Back to top button