Gundên Kobanê û Şehba bi çekên giran hatin topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê îro jî dewam kirin û gelek dever hatin topbarankirin. Dagirkeran ji qereqolên li ber Sînor, gundên li Rojavayê Kobanê û her wiha gundên Şehba topbaran kirin. Derbarê êrişên duh li ser Kobanê û Amûdê jî QSD’ê bi daxuyaniyekê agahî bi raya giştî re parve kirin û ragihand ku 5 endamên Erka Xweparastinê di êrişa li ser Sinçeqa Sedûn a Amûdê de şehîd bûn e.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û bê serûber gund û bajaran topbaran dike.

Îro di seatên piştî nîvrojê de, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Zormixar, Mezrea Ehmed Mûnîr û Şêxlera Jorîn topbaran kirin..

Dagirkeran ji Qereqolên li ber sînor êriş li ser van gundan pêk anîn..

Hemwextî êrişên li ser Kobanê, gundên Um-Elqura û Wehşiyê yên Şehba jî hatin topbarankirin..

QSD: Li Sinçeqa Sadûn a Amûdê 5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn

Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokrat QSD’ê jî derbarê êrişên dewleta Tirk ên duh li ser Kobanê û Amûdê daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Duh dewleta Tirk nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê li gundê Sinceqa Sadûn a Amûdê bombebaran kir.

Di encamê de 4 şervanên Erka xweparastinê şehîd bûn û hejmarek welatî birîndar bûn.”

Ji birîndarên êrişa li ser Amûdê, şervanekî erka Xweparastinê yê birîndar jî şehîd bû û bi vê yekê hêjmara şehîdan bû 5..

QSD’ê di daxuyaniya xwe de qale êrişa li ser Kobanê jî kir û diyar kir ku di vê êrişê de jî Zarokek şehîd bû..

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan peymanan hemû binpê dike û li hember wê banga helwesteke niştimanî û navneteweyî kir.

Dewleta Tirk şevê din gundên Şehba û navçeya Til Rifet topbaran kir

Duh derengî şevê jî navçeya Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbaran kirin .

Beriya wê jî gundê Medyûna ya Şehbayê bûn hedefa êrişan ..

Back to top button