Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û got Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya li ser jinan jî serî rakirin bû û got: ”Em ji bo hemû jinên cîhanê şer dikin.’
Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed têkildarî girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê hevpeyvînek da ajansa jin a Rojhilata Navîn NÛJINHA.
Rotînda Amed bi bîr xist ku jinan li dijî hemû zehmetiyan berxwedanên mezin, serkeftinên mezin bi dest xistine û got:
Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya jinê serhildanek e.
Li dijî zîhniyeta serdest a mêr berxwedan her tim hebû.
Rotinda Amed wiha anî ziman;
Serhildanan di têkoşîna hebûnê de nirxek mezin hildigre.
Dîroka jinê jî xwe li ser berxwedanê mezin kir û bi hezaran jin rûyê xwe, berê xwe û dilê xwe dan ber bi çiyayan.
Berxwedana heval Sara li ser zar û zimanan e.
Rotînda Amed diyar kir ku azadî ji hişmendî û têkoşîna zayendî derbas dibe, divê em hîn zêdetir xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.
Endama Meclisa PAJK’ê Rotînda Amed: Em ji bo hemû jinên cîhanê şer dikin
Di beşa duyemîn a hevpeyvînê de Rotînda Amed der barê têkiliya navbera Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Jinê ya Rojava de diaxive û dibêje:
Şoreşa Jinê ya Rojava encama keda 20 salan a Rêbertiya me ye. Li wir heqîqet û rastiyeke gel a xwebirêxistî heye.
Bê guman divê neyê jibîrkirin ku ev pêvajoya deh salan a şoreşê xwe dispêre çanda berxwedan û têkoşîna 50 salan.
Rotînda Amed îşaret bi dijminatiya hikûmeta AKP-MHP’Ê ya li dijî kurdan û Şoreşa Rojava kir û ev nirxnadin kirin:
Dagirkeriya Tirk li her derê dijminatiya Kurdan dike.
Dixwaze li Rojava vê şoreşê jî bifetisîne.
Divê di serî de gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi gotina ‘Ev şoreş a me hemûyan e’ xwedî lê derkevin.
Ev şoreş herî zêde a hevalên me yên şehîd e.
Ji bo giyanê wan ê pak neêşê divê herkes xwedî li vê mîrateyê derkeve.
Rotînda Amed bal kişand ser şerê li Zapê li dijî dagirkeriyê tê pêşxistin û got:
Îro li Zapê berxwedana bi nirx ya hevalên me yên jin û xort rêya têkoşînê nîşan dide.
Şoreşa Rojava jî divê bi wergirtina bawerî û moralê pêwîst ji şerê Zapê, şerê gel ê şoreşgerî xurtir bike.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka xwe derxe.
Ev helwest dê bibe helwesta berxwedana 15’ê Tebaxê.
Rizgarkirina Rojava ji dagirkeran dê bibe bingeha parastina şoreşa wê.