Dagirkeran gundên Til Temir û Şera topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir û navçeya Şera topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundê Til Temirê de welatiyek birîndar bû.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Xîbiş ê rojavayê Til Temirê bombebaran kir.

Di encamê de welatiyek birîndar bû.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Şewarxa û Tat Meraş ên navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran kirin.

Heta niha zêdetirî 200 top li herêmê ketine.

Back to top button