Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi balafireke bê mirov a biçek gundê Sinceq Sedûn yê Amûdê bombebaran kir. QSD`ê nasnameyên 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê yên ku di vê êrişê de şehîd bûn eşkere kirin. QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê eşkere kirin.
QSD’ê sersaxî ji xwe û ji malbatên her 5 şehîdan re xwest û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrişên xwe armanc dike ewlehiya herêmên me têk bibe û şêniyan bitirsîne.
Lê şervanên me li hemû eniyan, berxwedaneke dîrokî li hember dagirkeriyê û çeteyên wê nîşan didin û bi xwîna xwe destanên lehengiyê dinivisînin.
Di vê çarçoveyê de, duh êvarê 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek de li dijî nuqteyekê li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Baran Amûdê bi nasnav Ehmed Mihemed Qafûr, 16 Tebaxa 2022’an li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bû.
Nasnav: Baran Amûdê
Nav û paşnav: Ehmed Mihemed Qafûr
Dayik: Qedriye
Bav: Mihemed
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Tiwîz 2004`an
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Demhat Amûdê bi nasnav Seed Rêzan Xelîl 16`ê Tebaxa 2022’an li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bû.
Nasnav: Demhat Amûdê
Nav û paşnav: Seed Rêzan Xelîl
Dayik: Suad
Bav: Rêzan
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Ehniye, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Şoreş Dirbêsiyê bi nasnav Mahir Rakan El-Mixlif, 16`ê Tebaxa 2022’an li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bû.
Nasnav: Şoreş Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Mahir Rakan El-Mixlif
Dayik: Zehra
Bav: Rakan
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Qamişlo-gundê Suleyma, 2003`ê
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Ronî Can bi nasnav Mehmûd Ehmed Mislet 16`ê Tebaxa 2022’an li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bû.
Nasnav: Ronî Can
Nav û paşnav: Mehmûd Ehmed Mislet
Dayik: Sureya
Bav: Ehmed
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 2000
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Baz Amûdê bi nasnav Welîd Hemîd Hemê 16`ê Tebaxa 2022’an li gundê Sinciq Sadûn ê Amûdê şehîd bû.
Nasnav: Baz Amûdê
Nav û paşnav: Welîd Hemîd Hemê
Dayik: Alya
Bav: Hemîd
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 1999`an
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan.”