Şehîdên Sikêniyê di yekemîn salvegera xwe de hatin bîranîn

Komîteya Tendirustî ya Şengalê bi boneya yekemîn salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneya Sikêniyê de Şehîd bûbûn daxuyaniyek dan.

Komîteya Tendirustî ya Şengalê şehîdên Sikêniyê bibîranîn û gotin:

“Salek derbas bû ku nexweşxaneya me ya xizmeta vê civakê bi hemû pêkhateyên xwe ve dikir, rastî êrişa hewayî ya dewleta Tirk hat.

Di vê rojê de em tevahî hevalên xwe yên şehîd bibîrtînin û soza şopandina rêya wan didin.

Em wek Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên parastina mafê mirovan dikin, li hemberî van kiriyaran bi erka xwe rabin.

Dema êriş li ser vê navendê pêkhatî heya niha gelê herêmê bê xizmet maye û rê li ber van êrişan nehatiya girtin.

Piştî daxuyaniyê endamên komîteya Tendirustî gul li cihê buyerê danîn.

Back to top button