RÊWAS FAYEQ BÛ SEROKA PARLAMANA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê îro sibehê civiya.

Di civînê de bi piraniya dengan Rêwas Fayeq bû seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê.

Ji Yekitiya Nîştimana Kurdistan Rêwas Fayeq û ji fraksiyona Nifşê Nû jî Şadî Newzad ji bo serokatiya parlamentoyê weke namzet hatibûn îşandan.

Di encama hilbijartinê de ji YNK’ê Rêwas Fayeq 72 deng û Şadî Newzad jî 16 deng anî.

Bi vî awayî nazmeta YNK’ê Rêwas Fayeq bû seroka Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê.

WALIYÊ KERKÛKÊ EŞKERE KIR

Li aliyê din şandeyek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Polîtburoya YNK’ê ya Silêmaniyê civiyan.

Di civînê de PDK û YNK’ê lihevkirinek îmzekirin.

Bi lihevkirinê Tayîb Cebar weke namzetê Lîsteya Birayetî, ê ji bo wezîfeya waliyê Kerkûkê eşkere kirin.

Leave a Reply

Back to top button