Rûspî Ziab El-Cêlat: Berhemên 11 hezar şehîd vala naçin

Li hember êrişan pêkhateyên herêmê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez dikin.
Rûspî Ziab El-Cêlat û birîndarên şer ên Dêra Zorê dibêjin wê berhemên 11 hezar şehîd vala neçe û dê parastina herêmên xwe bikin. Jinên navçeya Amûdî jî piştrast kirin ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê axa xwe biparêzin.

Bertek û nerazîbûn li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê zêde dibin..

Rûspiyê eşîra El-Ubeydat a gundên rojavayê Dêra Zorê Ziab El-Cêlat derbarê mijarê de axivî.

Ziab El-Cêlat êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Tirkiyê bi top û balafiran êrişî herêmê dike. Armanca wî têkbirina aramiya li herêmê ye.

Li hember wî divê em li dora Rêveberiya xwe ya Xweser kom bibin û bi QSD’ê re bisekin in.

Berhemên 11 hezar şehîd û 20 hezar birîndaran vala naçin.

Em ê destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”

Ziab bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada ezmanî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê bigire.

Birîndarên Şer: Em ê li dijî êrişan li gel QSD’ê axa xwe biparêzin

Birîndarên şer ên li Dêra Zorê jî li hember êrişan soza parastina herêmê û gelê wê dan.

Birîndarê bi navê Seyf El-Esker dibêje: ”Hêzên me her dem aştiyê dixwazin.

Lê eger êriş li dijî me pêk hatin em ê parastina xwe bikin.

Raste em birîndar in lê dîsa jî emê piştgiriya QSD’ê bikin û axa xwe biparêzin.”

Birîndar Rakan Ehmed jî anî ziman ku Tirkiyê dixwaze careke din DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.

Rakan piştrast kir ku ew ê li hember êrişan bêdeng nemînin û dê ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin.

Dayikên Amûdê: Em ê planên Tirkiyê têk bibin

Jinên navçeya Amûdê jî bertek nîşanî êrişên Tirkiyê da û da zanîn ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê herêmên xwe biparêzin.

Back to top button