“Dibe ku pira di navbera Qirim û Rûsyayê de bibe armanca êrişê”

Diyar e ku demê dawî Ukrayna bi zêdekirina êrişên li dijî herêma Qirimê hewl dide derbeyên nû li artêşa Rûsyayê bide.
Kiev îşaret bi wê yekê kir ku Pira Mezin a di navbera Qirim û Rûsyayê de dibe ku bibe armanca wan.
Li aliyê din piştî êrişên dawî yên li dijî baregehên leşkerî, derket holê ku Rûsya fermandarê Hêzên Derya Reş ji erkê dûr xistiye.

Piştî 2 teqînên di nava deh rojên dawî de, Ukraynayê ragihand ku dibe li dijî hêzên Rûs ên li Qirimê êrişên nû pêk werin.

Şêwermendê serokê Ukraynayê Mikhailo Podolia (Mîxaîlo Podolîa) ragihand ku dibe Pira di navbera Qirim û Rûsyayê de bibe armanca lêdana wan.

Pira behsa wê tê kirin bi dirêjahiya 19 kîlometre ye û piranî ji bi veguhestinên leşkerî tê bikaranîn.

Mikhailo Podolia diyar kir ku pir di navbera Rûsya û Qirimê de ne qanûnî ye û lazime were rûxandin.

Di vê navberê de piştî zêdebûna êrişên li Qirimê, derket holê ku Rûsya fermandarê herêma Derya Reş Îgor Osîpov ji erka wî dûr xistiye.

Zelensky: Wê êrişa li dijî Kharivê bê bersiv nemîne

Li aliyê din encama êrişa dawî ya artêşa Rûsya li dijî herêma Xarkîvê eşkere bû.

Li gorî vê,

7 kes hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Serokê Ukrayna Zelensky ragihand ku ew ê êriş bi bersiv nemîne.

Back to top button