PAJK: Hevala me Bêrîvan Zîlan di êrişeke ezmanî ya Tirkiyê de şehîd bû

PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehadeta endama meclisa xwe Bêrîvan Zîlan eşkere kir. PAJK’ê ragihand ku endama wan li herêmên parastina Medyayê di êrişeke ezmanî ya dewleta Tirk de şehîd bû. PAJK’ê di daxuyaniya xwe de soza rakirina tolê û şopandina xeta şehîdan da.

Partiya Azadiya Jin a Kurdistan-PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endama meclisa wan Bêrîvan Zîlan di êrişeke Tirkiyê de şehîd bû û got:

”Bêrîvan Zîlan roja 17’ê Hezîrana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişek ezmanî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.”

PAJK’ê di şexsê Bêrîvan Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bîr anî û sersaxî ji malbata Ş. Bêrîvan û gelê kurd re xwest.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha behsa Bêrîvan Zîlan kir:

Rêhevala me Bêrîvan, di têkoşîna demdirêj ya şoreşgertiyê de, tevahî kêliyên wê jiyan kir û zehmetiyên wê yên mezin bi serbilindî derbas kir.
Wê di pêşketina Tevgera Azadiya Jin de rola pêşengtiyê leyst.
Bêrîvan ji bo pêkanîna xeta PKK’ê û PAJK’ê û ji bo pêkanîna jiyanek bi rûmet û azad her kêliya xwe diyarî têkoşînê kir.
Hestê berpirsiyartiya wê pir bilind bû. Di çiyayên azad de bû fermandara jin a bi hêz, di nava gel de bû nûnera bîrdoziya azadiya jinê û pêşenga gelan.

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa kirinên dewleta Tirk a qirker jî kir û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya hêzên NATO’yê, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, û Tevgera Azadiya Jinan ya ku ji vê re pêşengtiyê dike tasfiye bike, çekên Kîmyewî jî di nav de bi hemû rêbazên hov komkujiyan pêk tîne.”

PAJK’ê piştrast kir ku bi têkoşîna ku îro li li Zap, Avaşîn, Metîna û li çiyayên Bakurê Kurdistanê tê meşandin wê xeta îxanetê ya PDK’ê têk biçe û Erdogan dê berdêla hemû sûcên xwe bide.

Dawiya daxuyaniya xwe de Partiya Azadiya Jin a Kurdistan -PAJK’ê soza şopandina rêya şehîdan û peyama bilindkirina asta têkoşînê da.

Back to top button