Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.
Welatiyên Koyê jî bertek nîşan dan û gotin :
“Sedema berdewamkirina êrişên dewleta Tirk bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye.”
Welatiyan diyar kir ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û got :
Tirkiye dixwaze pişta Başûrê Kurdistanê bişkêne.
Yê jêre rê xweş kiriye, ew bêdengî û peywendiyên bihêz ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Ev dagirkerî û êriş wê bi xwe re karesetekî mezin bîne”