Mosada Israîlê, planên Îranê yên li dijî hêzên Amerîkî û Israîlê tên amadekirin, eşkere dike.
Hinek çavkaniyên Istixbartî yên Israîlê ragihand ku Îran navendeke fermandariyê li bajarê Ebû Kemal a Sûrî da ku êrîşan li dijî hêzên Amerîkî pêk bîne, ava kiriye.
Li gorî malpera Debka a Mosada Îsraîlî, ev bajar aniha li jêr çavdêriya Amerîka û Israîlê ye.
Çavkaniyan diyar kir wê Îran hêzên Amerîkî yên li rojhilatê Sûrî û armancine Îsraîlî di hundirê Isrîalê bixwe de bike hedef.
Malperê teqez kir ku Îran gelek kampên perwerdekirina leşkerî ji bo milîsên xwe ava kirine û dibistan û nexweşxaneyên kevin veguherandine embargehên çekan.
Her wekî Îranê, bircekî hevpeywendiyan li navenda bajêr ava kiriye û fûzeyên navîn û rûber-kurt li bajêr û gundên derdora wê belav kirine.
Li gorî agahiyên melperê, li gel hêzên Sûrî û Îranî, 5 hêzên milîsên Iraqî yên girêdayî Îranê jî li Ebû Kemalê ne.
Navê 4 ji wan hêzên milîs ev in;
Hizbellaha Îraqî,
Tevgera Nucebai,
Tevgera Fatimiyon ya Avganî û Zeynebiyon a Paikstanî.