Ji ber bahoz û barana dijwar Ii Fransa 3 kes mirin, 12 jî birîndar bûn

Li Fransa bahoz û barana zêde şevek zehmet derbas bû. Li Grava Korsîka ji ber bahozê 3 kes mirin û 12 jî birîndar bûn.

Li girava Korsîkayê ya li başûr-rojhilatê Fransayê bayê xurt bi bandor bû.

Di daxuyanîya ku ji aliyê walîtîyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di nav wan de keçeke 13 salî û jineke 72 salî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber bayê ku di saetê de leza xwe 224 kîlometre ye, li herêmê nêzî 45 hezar xanî bê ceyran mane.

Li girava Korsîkayê hişyariya koda porteqalî ya ji bo birûskên dijwar hat dayîn.

Piştî pêla germê ya ku Sêşema borî li Fransayê bi bandor bû, baran û bahoza dijwar li paytexta Parîsê bibandor bû.

Hin kuçe û kolanên paytext veguherî golê, îstasyonên metroyê di bin avê de man.

Back to top button