Zanîngeha Marylandê: Ji ber bahoz û barana dijwar 3 kes mirin, 12 jî birîndar bûn

Şewatên daristanan dihêle ku pişika cîhanê tine bibe. Di lêkolîneke Zanîngeha Mary-landê de derket holê ku hejmara darên ji ber şewata daristanan tine bûne, li gorî 20 sal berê du qat zêde bûye. Şewitandina daristanan germbûna gerdûnî hîn zêdetir dike.

Ji despêka meha Tîrmehê ve, li seranserê cîhanê şewata daristanan bandoreke zêde daye avakirin.

Hat ragihandin ku hejmara darên di şewata daristanan de şewitîne, li gorî 20 sal berê du qat zêde bûye.

Ev yek jî raste rast bandûrê li ser germahiyê dike.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Marylandê ku yek ji saziyên perwerdehiyê yên pêşeng ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, li cîhanê her deqeyekê qadên daristanî yên bi qasî 16 qadên futbolê tê tinekirin.

Sedema vê yekê guherîna ji ber rewşa avhewayê ye.

Li gorî encameke din a lêkolînê, ji sala 2001’ê ve her sal sê milyon hektar daristana ji ber şewatê tê tunekirin.

Ev tê wateya ku herêmeke bi qasî Belçîkayê.

Herî zêde windabûna daran li daristanên boreal ku yek ji mezintirîn depoyên karbondîoksîtê ye pêk tê.

Ev jî dikevin aliyê bakurê Rûsya, Kanada û Alaska yê.

Li gorî daneyên ku zanîngehê bidest xistine, şewitîna herêmeke bi qasî 9,3 mîlyon hektar daristanî ya 2021’an şewitî.

Ev daneyên şewata ji hezar salî ve herî zêde pêk hatiye.

Ev yek ji sê parên tevahiya qada daristanê ya sala borî winda bûye.

Faktorên din ên ku daristanan xera dikin, ji bo mebestên cihêreng wekî çewisandina daristanan û zirarên daran ên ku ji hêla mirov ve hatî çêkirin têne destnîşan kirin.

Ji bilî Zanîngehê, rêxistinên hawirdorê yên wekî Global Forest Watch û Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê beşdarî lêkolînê bûn û wêneyên ji satelaytan hatine kişandin jî nirxandin.

2022 Ji bo ewropa sala herî xerab bû

2022’an ji bo Ewropa salek herî bi şewat derbas bû.

Şewatên li Ewropa ji yên 150 salên bûrî qat bi qat dijwartire.

Back to top button