NATO: Em ji bo destwerdanê amade ne

Bi gurbûna krîza navbera Sirbistan û Kosovayê careke din NATO helwesta xwe diyar kir. Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg banga kêmkirina dextê li aliyan kir û got: Ji bo aramiyê em amade ne destwerdanê bikin.

Jens Stoltenberg piştî hevdîtina bi Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic re li baregeha NATO yê derketin pêşiya çapemeniyê.

Rojeva sereke ya aliyan, aloziyên mehên dawî ya navbera Kosova û Sirbistanê de bû.

Stoltenberg da zanîn ku di van rojên dawî de rewşa meydanî baştir bûye û berpirsîyarîya Belgrad û Prîstîn e ku rê li ber zêdebûna alozîyan bigirin.

Sekreterê NATO banga hestyariyê li aliyan kir û got: “NATO ji nêzîk ve çavdêriya rewşa li ser erdê didomîne.

Mîsyona me ya aşitiyê ya KFOR’ê li ser erka ku ji aliyê NY ve hatiye dayîn e.

Ger îstîqrar bikeve xeterê, em amade ye ku destwerdanê bikin.”

Stoltenberg anî ziman ku ji bo parastina Kosova tişta pêwist ew ê bikin.

Kosovaya 2008’an bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kiribû.

Lê Sirbistan vê yekê red dike û Kosova weke parçeyek ji xaka xwe dibîne.

Back to top button