Welatiyên herêma Cizîrê sersaxî dan malabatên şehîdên Erka Xweparastinê

Îro bi sedan kes ji navçe û bajarên Herêma Cizîrê sersaxî dan malbatên endamên Hêzên Erka Xweparastinê ku di êrişa dewleta Tirk de li gundê Senceqa Sedûn a Amûdê de şehîd bûn. Li bin kon peyam hatin dayîn û hate diyar kirin ew ê li dijî her cur êrişan li deskeftiyên şehîdan xwedî derkevin.

Di 16’ê vê mehê de balafirek bê mirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker gundê Sinceq Sedûn yê Amûdê bombebaran kir.

Di ecmanê de 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn.

Duh şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên her 5 şehîdan bi merasîmek heybet li goristana Şehîd Ismaîl ya li navçeya Amûdê oxir kirin.

Îro jî bi hezaran şêniyên herêmê serdana konê sersaxiyê kirin ku li gundê Tobiz yê Amûdê hatiye vedan.

Li konê sesaxiyê li dijî êrişên delweta Tirk bertek hatin nîşan dan.

Şêniyan êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk û bêdengiya hêzên gerantor li dijî êrişan şermezar kirin û soza berdewamiya riya şehîdan dan.

Back to top button