Li Efrînê çeteyan 3 welatîyên din ji navçeyên Şera û Şêrawa revandin

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin.
Çeteyan 3 welatîyên din ji navçeyên Şera û Şêrawa revandin.

Li gorî Rêxisitna Mafên Mirovan aEfrînê, çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gundê Meriskê yê navçeya Şera de girtin û welatiyê bi navê Mihemed Izet Xelîl revand.

Li gundê Gorzêlê yê bi ser Şêrawa jî, çeteyan welatiyên bi navê Mistefa Ebdo û Mehmûd Xelîl revandin.

Hate ragihandin welatiyê bi navê Mehmûd Xelîl piştî çateyan pere jê wergirt ew berdan.

Rêxistinê ragihand ku çeteyan 12 sal cezayê zindanê li welatiyê bi navê Raxib Ehmed Elo yê 34 salî bi tawanên berê hazirkirî birîn.

Li gundê Bozikê yê bi ser navenda Efrînê jî, di encama teqîna mayîneke çeteyan de, zarokeke jiyan dest da û hejmarek birîndar bûn.

Back to top button