Li Şehbayê çalakiyên komîna şanoya “Afrînerê Kêfxweşiyê” hat pêşandan

Li Şehbayê komîna Şano ya Avrîn şanoyek li ser dara zeytûnê bi navê “Afrînerê kêfxweşiyê” pêşan da.

Şêniyên herêma Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, bi rêbazên cûda girêdana xwe bi axa xwe ve nîşan didin.

Komînê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Efrînê şanoya “Afrînerê kêfxweşiyê” li Hola Çiyayê Kurmênc (Mîtan) a li navçeya Ehdas a Şehbayê pêşan da.

Têkildarî navaroka şanoyê û armanca wê, derhêner Mîrzan Bekir ji ANHA’yê re axivî û got:

Ji dema ku xelkê Efrînê ji bajarê xwe bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, dijmin hewl dide îradeya wan bişkîne û hêviyên wan yên vegerê li ser axa xwe qut bike.

Me jî ji ber bersivdayîna van hewldanên dijmin, me ev şano amade kir da ku vê peyamê bidin civaka xwe ku hêviya vegerê qut nabe.

Mîrzan Bekir da zanîn ku rola lehengane ya vê şanoyê dara zeytûnê ye ku afrînera kêfxweşiyê ye ya ku her kes lê digere û şêniyan li ser rizgarkirina xaka xwe û vegera lê bi israr dighêle.

Back to top button