Şehîdên meha Tebaxê li bajarê Qamişloyê hatin bibîranîn

​​​​​​​Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê 96 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê yên di navbera salên 2016-2020`an de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn .

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê ve, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajêr hat organîzekirin.

Beşdarên merasîmê wêneyên şehîdên Tebaxê û şehîdên doza azadiyê rakirin.

Di merasîmê de hevseroka Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axiv û got: “Meha Tebaxê, hebûna gelê Kurd û hebûna mirovahiyê û nasnameya azad ya gelên Rojhilata Navîn e. Di kesayeta fermandar Egîd û hemû şehîdên meha Tebaxê de, 96 şehîdan bi bîr tînin û soza tolhildana şehîdan didin.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs Mihemed nasnameyên şehîdên Tebaxê xwend.

Merasim bi durişmeyan bi dawî bû.

Back to top button